Li Dêrsimê erdhej çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pilemûriyê ya parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li mavçeya Pilemûriyê ya Dêrsimê erdhej çêbû.
Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 16:15an çêbûye û hêza wê 4,2 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 2,6 kîlometre bûye.
Hat ragihandin ku li navenda bajarê Dêrsimê jî hest bi erdhejê hatiye kirin û tirs di nav welatiyan de çêkiriye.
Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.