Birûskê li 6 Pêşmergeyan da: Rewşa yekî giran e

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê nahiyeya Balîsanê ya Hewlêrê ragihand ku birûskê li 6 Pêşmergeyan daye û rewşa yekî giran e.

Berdevkê Tenduristiyê ya Raperînê jî got, " Pêşmergeyeyek ji ber giraniya birîna xwe birin Nexweşxaneya Silêmaniyê."

Birêvebirê nahiyeya Balîsanê ya parêzgeha Hewlêrê Şaxewan Sikanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Li Geliyê Balîsanê birûskê li 6 Pêşmergeyan da lê rewşa wan baş e û birînên wan ne giran in."

Şaxewan Sikanî da zanîn ku beşek ji wan dê îşev vegerin ser erkên xwe.

Berdevkê Tenduristiyê ya Raperînê Taha Mihemed jî ji Rûdawê re ragihand:

"12 Pêşmerge li Geliyê Balîsanê dema ku li ser erkê xwe bûn, nêzîkî demjimêr 19:00an birûskê li wan da.

Rewşa 5an baş e û li Beşa Hawarhatinê ya Ranyeyê ne.

Yek jî ji ber giraniya birîna xwe birin Silêmaniyê."

Di encama baran, lehî û bandorên wan de li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê 2 kes û li Kerkûkê jî kesekî canê xwe ji dest da.