Barzanî pêşwaziya Wezîrê Parastinê yê Iraqê kir

10-01-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Iraqê Seidûn Dilêmî re li ser rewşa Iraqê bi taybet Parêzgeha Enbarê civiya.

 

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro (10.01.2014) li devera Selahedîn a Hewlêrê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wekîlê Wezîrê Parastinê yê Iraqê Seidûn Dilêmanî û şanda pê re kir.

 

Li gorî nûçeyê, di civînê de ku hinek berpirsên artêşa Iraqê jî amade bûn, Dilêmî behsa rewşa dawî ya siyasî û ewlehî ya Iraqê û parêzgeha Enbarê kir û derheqê hewlên artêşê bo kontrolkirina parêzgeha Enbarê agahî da Barzanî.

 

Barzanî jî diyar kir ku divê hemû aliyek di şerê li dijî terorê de hevdeng û hevkar bin her wiha bo çareserkirina alozî û qeyrana ku niha li Iraqê çêbûye, divê bi eşîr û hêzên din ên parêzgeha Enbarê re diyalog bê kirin.

 

Ev çend roj in, li bajarê Romadî û Fellûce yên parêzgeha Enbarê ya Iraqê, di navbera çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) ku wek beşek ji El Qaîdê tê naskirin, bi tundî şer û pevçûn heye.

 

Li gorî agahiyên dawî, her du bajarên han ketiye bin kontrola çekdarên radîkal.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst