Efrîn: Xala kontrolê ya YPGê rastî êrişê hat

10-01-2015
Comerd Hemdoş
A+ A-

 

Efrîn (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di encama êrişekê de 5 kes hatin kuştin û gellek kes jî birîndar bûn.

 

Jêderekî ji Efrînê ji Rûdawê re got, îro piştî nîvro rokêtek li xala kontrolê ya YPGê li Gundê Qitmê yê Efrînê ket, ku di encamê de 5 kes hatin kuştin.

 

Wî jêderî da zanîn ku di nav kuştiyan de 3 şervanên YPGê û 2 jî sivîl hene.

 

Hat zanîn ku birîndar ji bo Nexweşxaneya Avrînê ya bajarê Efrînê hatine şandin.

 

Li gorî malperên nêzîkî PYDê jî, di bûyerê de 3 kes birîndar bûne.

 

Çend rojan beriya niha jî li heman cihî, teqînek çêbibûû ku di encamê de 4 şervanên YPG û YPj şehîd bibûn û 4 sivîlên ereb jî jiyana xwe ji dest dabûn, her wiha 17 kes jî birîndar bibûn.

 

Heta niha nehatiye zanîn ku ew rokêt ji aliyê çi hêz yan rêxistinekê ve hatiye avêtin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst