Jineke DAIŞî ya Amerîkî: Ez jî qûrbaniya destê DAIŞê me
Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Roj a li Rojavayê Kurdistanê, li kêleka bi sedan jinên DAIŞî, jinek ku bi eslê xwe Yemenî û xelkê Alabama ya Amerîkayê ji bo hemû tiştî poşman e ji derveyî zaroka xwe ku ji çekdarekî DAIŞê ye û dibêje “Ez jî qûrbaniya destê DAIŞê me.”
Jina DAIŞî ya Amerîkî Huda Musena got “Tu dizanî Amerîka dibêje naxwazin terorsît bên vegerandin, lê kesên hatine vegerandin her ew kesên ku bi piştgiriya DAIŞê hatibûn cezakirin, an jî terorîst bûn. Min her tim gotiye, eger pêwîst bike di zindanê de bim, dema xwe temam dikim, n;ta min nîne li dijî jî rawestim.”
Huda Musena ji Amerîkayê daxwaz dike welatîbûna wê bidinê ku di serdema îdareya Obama de jê hatibû standin. Soz dide ku dema vegeriya Amerîkayê, hişyariyên dijî DAIŞê belav bike. Musena dibêje ew jî qurbaniya destê DAIŞê ye.
Huda Musena dibêje “Em li cihên qirêj radizan, di jiyana xwe de min gemara wiha nedîtibû. Em 100 jin û du qatê wê zarok li yek cihî diman, qîje qîj zêde bû û cihên pîs bûn.”
Huda Musena sala 2014an di temenê xwe yê 20 salî de, bi bihaneya geşteke perwerdeyê, dayîk û bavên xwe li bajarê Hoover a wîlayeta Alabama bicîh hiştine û bi rêya Tirkiyê xwe gihandiye nav rêzên DAIŞê li Sûriyê.
Huda di tweetên xwe yên 2015an de bangî Amerîkiyan dike ku beşdarî DAIŞê bibin û di helkeftên nîştimanî de bi gulle û otomobîlan xelkê bikin armanc.
Niha jî dibêje çekdarên DAIŞê telefona wê jê standine û ew tweet danîne.
Huda Musena diyar kir “Bêguman ez poşman im ku hatime vir, bêguman ger ez bikaribin vegerim wî çaxî, di cih de ezê vegerim. Ez qet ne bi îdeolojiya DAIŞê re bûm. Ez ti caran hevsozê êrîş, rojev û wan tiştên wan nebûm.”
Li gor Rêkxistina Çavdêriya Mafên Mirov, zêdeyî 60 hezar gumanlêkiriyên DAIŞê li kampêm di jêr kontrola HSDê de hene, di 2022an de 3 hezar û 100 kesên biyanî bo welatên wan hatine vegerandin. Amerîkayê tenê 39 welatiyên xwe vegerandine.
Rêkxistinên mafên mirov derbarê xirabbûna rewşa kampên Rojavayê Kurdistanê fr hişyariyan didin û ji welatan daxwaz dikin ku welatiyên xwe vegerînin, Neteweyên Yekbûyî jî van kampan wek “bombeya li ber taqandinê” bi nav dikin.