Li dijî baregeha Amerîkayê hewla êrişa bi dronên kamîkaze

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrezorê li ser baregeha artêşa Amerîkayê hewla êrişa bi dronên kamîkaze hat dayîn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin, nîvê şevê li baregeha hêzên Amerîkayê ya li Tesîsa Gazê ya Konîkoyê bi dronên kamîkaze hewla êrişê hat kirin.

Pergalên parastina asmanî yên hêzên Amerîkayê, berî ku dron bigihêjin hedefên xwe ew li asman îmha kirin.

Xwediyên wan dronan nayên zanîn û Amerîkayê li ser mijarê hîn daxuyanî nedaye.