Li Amedê minîbûs ket nav marketê: 5 xwendekar birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê minîbûsek ji kontrolê derket û ket nav marketê.
Di bûyerê de 5 xwendekar birîndar bûn.
Îro li Amedê Minîbûsa bi şofêrtiya Mehmet K. li Xaçerêya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya ser rêya Amed-Xarpêtê ji kontrolê derket û ket nav marketekê.
Di bûyerê de 5 xwendekarên li ber marketê û hundirê marketê birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê.