Bihayê zêr 4 hezar û 500 dolar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Di dema girtina bazarên darayî yên cîhanê de bihayê her onsa zêr 32 dolarî giran bû û gihîşt 4 hezar û 510 dolarî.

Di girêbestên paşerojê de jî bihayê her onsek zêr 40 dolarî zêde bû û gihîşt 4 hezar û 500 dolarî. Di hefteya borî de bihayê onsek zêr bi giştî 177 dolarî giran bûbû.

Amarên bazara kar a Amerîkayê û aloziyên jiopolîtîk sedemên sereke yên bihabûna zêr in.

Li gorî amarên fermî, meha Kanûna Pêşîn a 2025an li Amerîkayê tenê 50 hezar derfetên kar hatine peydakirin, di demekê de ku dihat çaverêkirin 60 hezar derfet bên peydakirin.

Her çi qas rêjeya bêkariyê ji bo ji sedî 4,4an daketibe jî, lawaziya amarên derfetên kar hilberîner teşwîq kirin ku bêhtir berê xwe bidin kîrîna zêr.

Serokê Beşa Stratejiya Kel û Pelan a TD Securitiesê Bart Melek got, "Amarên derfetên kar jîngeheke lawaz a karkirinê nîşanî me didin.

Aloziyên siyasî, bihabûna bihayê petrolê, enflasyon û îhtimala kêmkirina faîza bankê ji aliyê Banka Navendî ya Amerîkayê ve, wiha kiriye ku zêr wekî penageheke aram bi hêz bimîne."

Çav ne tenê li ser aboriyê ne, di heman demê de aloziyên jiopolîtîk jî roleke mezin dilîzin.

Berdewamiya şerê Rûsya û Ukraynayê, aloziyên navxwe yên Îranê, girtina Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro ji aliyê Amerîkayê ve û îşaretên nû yên Washingtonê yên ji bo kontrolkirina Greenlandê, daxwaza li ser zêr zêde kiriye.

Li aliyê din, saziya rawêjkariyê ya Metals Focus jî pêşbînî dike ku ji ber metirsiyên siyasî, bihayê zêr di sala 2026an de rekoreke nû bişkîne û 5 hezar dolarî derbas bike.

26ê Kanûna Pêşîn a sala borî zêr asta herî bilind a dîrokî tomar kiribû û bihayê her onsek zêr 4 hezar û 549,71 dolar bû.