Asayîş: Me li Helebê 3 tankên hikûmetê îmha kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ragihand ku wan 3 tankên hêzên hikûmeta Sûriyeyê têk birine ku nexweşxaneyeke li taxa Şêx Meqsûdê topbaran dikirin.

Her wiha hat diyarkirin ku dron jî nexweşxaneyê dikin armanc.

Navenda Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ya girêdayî Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe ya herî dawî ya derbarê şer û pevçûnan de eşkere kir ku endamên wan karîye "sê tankên ser bi çekdarên hikûmeta Şamê" îmha bikin.

Nexweşxane dihat topbarankirin

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, têkbirina wan tankan di demekê de bûye ku wan Nexweşxaneya Xalid Fecr a li beşa rojavayê taxa Şêx Meqsûd topbaran dikir.

Dron jî beşdarî êrişê bûne

Asayîş dibêje ku li herêmê şerê kolan bi kolan berdewam e û hevdemî topbarana dijwar a tankan, "dronên Tirkiyeyê yên cureyê Bayraktar" jî bi awayekî rasterast nexweşxaneyê dikin hedef.

"Jiyana sivîlan di xeterê de ye"

Navenda Ragihandinê ya Asayîşê hişyariyê dide ku nexweşxane tije birîndarên sivîl e û ev rewş "pêşhatineke metirsîdar e" ku jiyana sivîl û tîmên tenduristiyê xistiye bin metirsiyê.