Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê spasiya Serok Barzanî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê li ser şer û pevçûnên li taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku armanca wan "bicihanîna yasayê ye" ne guherîna demografîk.

Wezaretê her wiha spasiya Serok Barzanî û çend welatan kir.

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hikûmetê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê "operasyoneke sînordar a bicihanîna yasayê" pêk aniye.

Wezaretê îdia kir ku ev operasyon piştî wê yekê hatiye ku "Yekîneyên Parastina Gel (YPG)" pabendî peymanên ewlehiyê yên Nîsana 2025an nebûye û “7 û 8ê Kanûna Paşîn a 2026an ji nav taxan êrişî deverên din ên Helebê kirine û bûne sedema kuştina sivîlan.”

Divê were gotin ku ev tohmet berê ji aliyê rayedarên Rêveberiya Xweser ve hatibûn redkirin.

"Armanc ne Kurd in"

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê tekez kir ku ev destwerdan "ne pêngaveke leşkerî ye û ti guherînên demografîk û cografî li xwe nagire."

Di daxuyaniyê de hat gotin:

"Operasyon ti pêkhateyeke diyarkirî ya li ser bingeha netewe yan olê nake armanc, tenê komên çekdar ên ku li derveyî çarçoveya ewlehiyê ya li ser hatiye lihevkirin tevdigerin digire nav xwe."

Wezaretê her wiha amaje pê kir ku "Civaka Kurd beşeke danebir a Helebê ye û di saziyên niştimanî de hevparên bibandor in."

Hikûmeta Sûriyeyê diyar kir ku hevdemî operasyonê wan "korîdora mirovî ya ewle" vekiriye û ew ji bo paqijkirina deverê ji paşmayên teqemeniyan bi rêxistinên mirovî re hevahengiyê dikin.

“Em spasiya Serok Barzanî dikin”

Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê spasiya Serok Barzanî, Amerîka, Erebistana Siûdî, Qeter, Tirkiye, Fransa û Brîtanyayê kir û got:

"Em ji ber rola wan a çalak û berhemdar a di piştgiriya aramiya Sûriyeyê û yekparçeyiya xaka wê û serweriya wê de spasiya wan dikin.

Ev yek di berjewendiya xurtkirina ewlehî û aştiya tevahiya herêmê de ye."

Ji Sêşemê ve li taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di navbera artêşa Sûriyeyê û Asayîşa Helebê de şerên dijwar hene.

155 hezar kes koçber bûne

Li gorî Parêzgarê Helebê 155 hezar kes ji her du taxan koçber bûne.

Artêşê ragihand ku kontrola Eşrefiyeyê kiriye lê Asayîş dibêje şer didome.

Li aliyê din Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roja Îniyê komên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê bi pêkanîna "êrişên sîstematîk" tawanbar kiribûn û hişyariya komkujiyan dabû.