PSK, PWK, HAK-PAR û PDK-BAKUR: Li Helebê komkujî, li Îranê serhildan heye

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan PSK PWK HAK-PAR PDK-BAKUR Kurd Heleb Rojhilat Taxên Kurdan Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çar partiyên Kurd ên Bakurê Kurdistanê (HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK, PWK) bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên hikûmeta Şamê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê anî zimên.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-BAKUR), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) îro li Amedê, li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de Serokê PSKyê Bayram Bozyel axaftinek kir û piştre Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay metna Kurdî û Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê Mustafa Okumuş jî metna Tirkî ya daxuyaniyê xwendin.

"Birêvebiriya Şamê dixwaze demografiyê biguherîne"

Di daxuyaniya hevbeş de balê kişandin ser êrişên artêşa Sûriyeyê yên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û hat diyarkirin ku di encama van êrişan de gelek kuştî û birîndar hene.

Partiyên Kurd diyar kir ku hikûmeta Şamê "bêyî cudahiyê bixe navbera sivîl û leşkeran" êriş dike û wiha hat gotin:

"Birêvebiriya Şamê bi hişmendiya nijadperestî û şoweniya Ereban, bi van êrişan dixwaze demografiya Helebê biguherîne û rê li komkujiya gelê Kurd vedike.

Êrişên Birêvebiriya Şamê yên li taxên Kurdan ên Helebê, ceribandina jiholêrakirina destkeftiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê û pêkanîna siyaseta dewleteke unîter, totalîter û Ereban e."

Banga ji bo Rojava û Tirkiyeyê

Di daxuyaniyê de bangî Hevpeymaniya Navdewletî û saziyên cîhanî hat kirin ku rê li ber êrişan bigirin.

Her wiha bang li Tirkiyeyê jî hat kirin ku "dev ji piştgiriya hêzên nijadperest û tundrew ên li Sûriyeyê berde."

Çar partiyên Kurd bangî Rêveberiya Xweser û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê jî kir ku li gorî "Konferansa Qamişloyê" tevbigerin û got:

"Ji bo berjewendî û bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk ên gelê me yê Rojavayê Kurdistanê divê Heyeta Temsîlî ya ku di Konferansa Qamişloyê de hatibû qebûlkirin zêdetir çalak bibe."

"Rejîma Îranê ketiye pêvajoya hilweşînê"

Beşeke din a daxuyaniyê ji bo bûyerên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatibû veqetandin.

Hat diyarkirin ku ji 28ê Çileya Pêşîna 2025an ve li Îranê çalakiyên ku bi daxwazên aborî dest pê kiribûn veguhertine serhildanê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di encama midaxeleya hêzên Îranê de nêzîkî 50 kesî canê xwe ji dest daye û hat gotin:

"Eşkere ye ku ev Rejîma Îranê ya serdemborî ku dijminê miletê Kurd û maf û azadiyên neteweyî, demokratîk ên gelan e, ketiye pêvajoyeke cidî ya rizîn û tunebûnê.

Serîhildan û berxwedana gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dê pêvajoya bidawîhatina Rejîma Îslamî ya Dewleta Îranê bileztir bike."

Partiyên Kurd piştgiriya xwe ya ji bo Navenda Diyalogê ya ji bo Hevkariya Partiyên Kurdistana Îranê jî anî zimên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst