HSD: Bi drona Akinciyê êrişî xaleke me hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Tebqayê di droneke ji coreyê Akinciyê êrişî xaleke wan hatiye kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê ragihand ku artêşa Tirkiyeyê bi droneke ji coreyê "Akinciyê  êrişî xaleke wan a li başûrê bajarê Tebqayê kiriye.

HSDyê diyar kir ku ev êriş piştî peymana agirbestê ya şerê Bendava Tişrînê "yekem binpêkirin" e.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, êriş îro saet 18:00an li herêma Zeviya Sewreyê ya li başûrê Tebqayê pêk hatiye.

Hat diyarkirin ku di encama êrişa drona Tirkiyeyê de tenê zererên madî çêbûne.

HSDyê ev êriş wekî "rûdaneke metirsîdar" pênase kir û got:

"Ev armancgirtin yekem car e piştî îmzekirina peymana agirbestê ya ku li dûv şerê Bendava Tişrînê hatibû kirin.

Ev yek binpêkirineke eşkere ya lihevkirinên heyî ye û israra aliyê Tirkiyeyê ya ji bo lîstina roleke leşkerî ya rasterast li Sûriyeyê radixe ber çavan."