Li Rihayê teqîn: Ji malbateke ji Kobaniyê 3 kes mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hewagê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê, tûpê sobeya malbateke Kobanî teqiya, 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Bûyer îro li Taxa Yavuz Selîmê ya Hewagê rû da.
Tûpê gazê ya sobeya malbateke ji gundê Toklûyê yê Kobaniyê teqiya û agir bi xaniyê wan ê yekqatî ket.
Di encama teqînê de Zeynep Şêxo û Arîf Şêxo li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Zaroka 11 salî li nexweşxaneyê mir
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê 5 birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê.
Lê tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê, birîndara bi navê Elîf Şêxoya 11 salî jî canê xwe ji dest da.
“Xaltiya min û 2 neviyên wê canê xwe ji dest da”
Xizmê malbatê yê bi navê Elî ku li Hewagê dijî, derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî.
Elî got, "Tûpê sobeyê yê mala xaltiya min di odeyê de teqiya û di encamê de xaltiya min û 2 neviyên wê canê xwe ji dest da."
Elî da zanîn ku malbat ji gundê Toklûyê yê Kobaniyê ye û ji ber şer koçberî Bakurê Kurdistanê bûye.
Rewşa 2 kesan giran e
Hat ragihandin ku rewşa 2 birîndaran giran e û ew sewqî nexweşxaneyeke li navenda Rihayê hatine kirin.
Tedawiya 2 birîndarên din jî li Hewagê berdewam dike.