Robîn Reşvan: Rayedarên Rojavayê Kurdistanê bêdeng in
Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameger Robîn Reşvan ji Washingtonê ragihand ku rojeva sereke ya Amerîkayê niha bûyerên li Îranê ne û ev yek bûye sedem ku li hemberî êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê bêdengiyeke "sosret" çêbibe.
Reşvan her wiha rexneyên tund li rayedarên Birêvebiriya Xweser girt û got, "Hûn neaxivin kes mafê we nade we."
Rojnameger Robîn Reşvan bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Dildar Herkî yên derbarê helwesta Amerîkayê ya li hemberî şerê li Helebê, siyaseta Donald Trump a li hemberî Ehmed Şer (Colanî) û kêmasiyên dîplomasiya Kurdî bersivandin.
"Rojeva Amerîkayê Îran e"
Reşvan diyar kir ku bala birêvebiriya Trump niha bi temamî li ser guherînên li Îranê ye û got:
"Li Amerîkayê pirtir niha rojev Îran e. Serok Trump jî bal kişand ser bûyerên li Îranê û got ku ew amade ne alîkariyê bikin.
Lê ez dixwazim vê rastiyê bibêjim; Amerîka li Rojava û Sûriyeyê cihekî giring nagire."
"Bêdengiyeke sosret heye"
Robîn Reşvan bal kişand ser wê yekê ku dema êriş li ser pêkhateyên din ên wekî Durzî û Elewiyan hatin kirin dengvedaneke mezin çêbûbû lê ji bo Kurdan heman tişt neqewimî.
Reşvan wiha pê de çû:
"Li Washingtonê gelek kes hewl didin fêm bikin ka çima ev bêdengî heye. Bêdengiyeke gelekî sosret û ecêb heye.
Dema li Siweydayê êrişî Durziyan kirin, Durziyan bi awayekî pir çalak û bibandor doza xwe xist pêş û cîhan agahdar kir.
Lê mixabin niha ji bo Kurdên li Helebê em vê nabînin. Dema tu neaxivî, tu nikarî dozê bikî û doza xwe bidî naskirin."
"Ehmed Şer xiyanetê li derfeta Trump dike"
Reşvan destnîşan kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji aliyê hêzên herêmî ve hatiye qanihkirin ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer (Colanî) "guheriye" û rê li ber vekiriye.
Lê belê Reşvan hişyarî da ku êrişên li ser Kurdan vê derfetê têk didin:
"Trump xwest derfetekê bide Sûriyeyê û Ehmed El Şer. Hêzên herêmî Trump îqna kirin ku rê li ber veke.
Lê Ehmed El Şer wê derfeta ku Serok Trump daye wî dişkîne û xiyanetê li wê derfetê dike.
Çimkî êrişî gelê xwe dike. Li gorî peymana 1ê Nîsanê diviyabû HSD hêzên xwe bikşanda û hêzên xwecihî ew der biparastana. Çima êrişî wan dikin? Ev êriş li ser sivîlan e."
"Peyamên Serok Barzanî bibandortir in"
Robîn Reşvan rexne li rayedarên Rêveberiya Xweser û HSDyê girt ku têra xwe dengê xwe nagihînin Washingtonê û got ku medyaya Başûrê Kurdistanê ji ya Rojavayê çalaktir e.
Reşvan wiha axivî:
"Divê kesên ku biryarê didin, Fermandarê HSDyê be, berpirsên Birêvebiriya Xweser bin, divê biaxivin û daxwaz bikin.
Ez çend caran îro li hesabê Mezlûm Ebdî yê Xê nêrim, tiştek tune. Pirsgirêk li vir e.
Medyaya Herêma Kurdistanê ji medyaya Rojava çalaktir e.
Peyamên Serok Mesûd Barzanî roleke gelekî baştir dilîzin di avakirina raya giştî de.
Bêdengiyeke pir sosret li Rojava heye ku mirov nikare wateyê bide."
"Heke hûn neaxivin hûn dê dojehê bibînin"
Di dawiya axaftina xwe de Reşvan hişyariyeke cidî da û got:
"Heke hûn neaxivin û daxwaz nekin, kes vê dozê naxista rojeva Washingtonê.
Dema Durzî hatin kuştin, wan dinya rakirin ser pêyan. Divê Kurd jî wisa bikin. Heke hûn neaxivin, hûn dê li Rojava dojehê bibînin."