KCKyê li ser êrişên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCKyê derbarê êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li wir "sûcê şer" tê kirin.
KCKyê di daxuyaniya xwe de ku di medyaya nêzîkî wan de hatiye weşandin, diyar kir ku rejîma Sûriyeyê bi beşdariya çalak a dewleta Tirkiyeyê li ber çavê cîhanê jenosîdekê li dijî Kurdan pêk tîne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Sivîl, pîr, jin û zarok tên kuştin. Armanca van êrişan koçberkirina Kurdan û guhertina demografiyê ye.
Komên çekdar ên ku Şam û Enqere wan bi rê ve dibin, nexweşxane û taxên sivîlan bi çekên qedexekirî bombebaran dikin û bi eşkereyî sûcê şer dikin."
"Dixwazin pêvajoya aştiyê sabote bikin"
KCKyê îdiayên hebûna hêzên PKKyê yên li Helebê wekî "derew û propaganda" bi nav kir û destnîşan kir ku ev yek ji bo rewakirina jenosîdê tê bikaranîn.
KCKyê di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:
"Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler bi vê propagandaya derew zemînê şer amade kirine û bi xwe şer bi rê ve dibin.
HSDyê gelek caran ragihand ku hêzên PKKyê li Helebê nînin. Armanca Fîdan û Guler ew e ku pêvajoya aştiyê ya ku Rêber Apo ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan daye destpêkirin, li ser Sûriyeyê sabote bikin.
Dewleta Tirkiyeyê dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan li Helebê didomîne."
"Ev êrişeke duyem a DAIŞê ye"
Di daxuyaniyê de êrişên niha bi êrişên DAIŞê yên berê hatin şibandin û hat gotin:
"Êrişa li ser Kurdên ku DAIŞ li Helebê têk birin, êrişeke duyem a DAIŞê ye. Wê demê jî DAIŞê dixwest Kurdan qir bike û koçber bike, niha jî heman armanc heye.
Divê ev êriş wekî êrişên cîhadî werin dîtin. Kurd 15 sal in li dijî her cure komên cîhadî li ber xwe didin."
KCKyê bangî saziyên navneteweyî kir û got, "Em bangî Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê dikin ku li dijî vê jenosîdê derkevin.
Bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyê.
Erkê hemû aliyên siyasî ye ku rê li ber vê hovîtiyê bigirin. Li Sûriyeyê pêdiviya gelan bi biratî û Sûriyeyeke nû û demokratîk heye."