Hoşeng Derwêş: 42 hezar çekdar û 110 tank êrişî Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwêş ragihand ku ew tenê bi garantiyên rasteqîn amade ne hêzên xwe ji taxên Kurdan ên Helebê vekişînin.

Hoşeng Derwêş eşkere kir ku bi 42 hezar çekdaran êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê tê kirin.

Hoşeng Derwêş beşdarî bultena saet 10:00an a Tora Medyayî ya Rûdawê bû ku Arêz Xalid pêşkêş dikir.

Derwêş derbarê êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê de diyar kir ku ew hêza ji aliyê Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve tê bikaranîn ji bo şerê welatan e, ne ji bo du taxan.

Nûnerê MSDyê di berdewamiyê jî de got,"Ji aliyê çar firqeyên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve bi tank, top, çekên giran êrişî Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê tê kirin."

Hêzên ku êriş dikin kî ne?

Li gorî gotina nûnerê MSDyê, hejmara wan çekdarên ku êrişî taxên Kurdan kirine 42 hezar in.

Derwêş amarên êrişê wiha parve kirin,"Heta niha 110 tank, çar dronên Tirkiyeyê hatine bikaranîn û 67 êrişên bi dronan hatine kirin."

Hoşeng Derwêş derbarê wan komên ku taxan dorpêç kirine got ku firqeyên 60 û 80 yên ku tundrewtirîn komên ser bi Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) bûn êriş dikin û kesekî bi navê "Ebû Quteybe Minbicî" serperştiya wan dike.

Her wiha wî eşkere kir ku firqeya 76 (Hemzat) a di bin fermandariya Seyfedîn Ebûbekir de û firqeya 72 ya di bin serokatiya Xetab Elbanî de ku Tirkiye piştgiriya wan dike di êrişan de beşdar in.

"HSD li Helebê nîne"

Hoşeng Derwêş teqez kir ku li gorî Peymana 1ê Nîsanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi ti awayî li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê nînin û tenê Asayîş parastinê dikin.

Serkirdeyê MSDyê da zanîn ku hêzên HSDyê li rojhilatê Feratê ne û xala wan a herî nêzîk Dêr Hafir e ku 50 kîlometreyan dûrî Şêx Meqsûdê ye.

Derwêş di berdewamiyê jî de got, "Vekirina rê û birîna wê 50 kîlometreyî ji aliyê HSDyê ve pêdivî bi biryareke navneteweyî heye û dibe ku şer berfirehtir bike."

Serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer ragihandibû ku Kurd pêkhateyeke sereke ne û ew dê wan biparêzin.

Hoşeng Derwêş li ser vê yekê got, "Ew tenê qise ne û pêdiviya me bi kiryaran heye."

Mercên vekişînê û garantî

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a ku ji aliyê Îlham Ehmedê ve hatibû belavkirin, ew bi hinek mercan amade ne hêzên xwe ji Helebê ber bi rojhilatê Feratê ve vekişînin.

Hoşeng Derwêş li ser gotinên Îlhamê jî got:

"Ji bo vekişîna hêzên me pêdiviya me bi garantiyên rasteqîn ên Amerîka û Fransayê heye.

Garantî ji bo Kurdan tenê destûr û şêwazê birêvebirina welat e. Divê Sûriyeyeke nenavendî hebe û mafên Kurdan û hemû pêkhateyan werin parastin.

Divê encumeneke sivîl ji bo birêvebirina taxan hebe û hêzeke navxwe wan biparêze.

Her wiha divê artêşa Sûriyeyê di nav taxan de nebe. Ev merc heman mercên Peymana 1ê Nîsanê ne."

"Bila xeyala danîna çekan nekin"

Nûnerê MSDyê îdiayên artêşa Sûriyeyê yên derbarê kontrolkirina Şêx Meqsûdê de red kirin û got ku pevçûn didomin.

Hoşeng Derwêş diyar kir ku Şêx Meqsûd ji Eşrefiyeyê cuda ye û ji ber tengbûna kolanan tank tê de nayên bikaranîn, lewma şerê kolan bi kolan dê dirêj bike.

Serkirdeyê MSDyê li ser mijara danîna çekan a HSDyê jî peyameke tund da û got:

"Bila xeyala wê nekin ku HSD çekan deyne. Ew çekên di destê HSDyê de gelê me yê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê parastine.

Eger YPJ û YPG li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bûna, niha rewş bi awayekî din bû."