Artêşa Ereban a Sûriyeyê li Şêx Meqsûdê agirbest ragihand
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku ji saet 15:00an ve hemû operasyonên leşkerî yên li hundirê taxa Şêx Meqsûd a Helebê hatine rawestandin.
Li gorî daxuyaniya fermî ya artêşê, şervanên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê (Asayîş) yên ku li Nexweşxaneya Yasînê asê mabûn, dê ber bi bajarê Tebqayê ve werin derxistin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev veguhestin dê piştî “standina çekên wan” were kirin.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê her wiha eşkere kir ku ew dê hemû navendên tenduristiyê û avahiyên hikûmetê û saziyên dewletê radestî hikûmetê bikin.
Li gorî planê, piştî temamkirina vê proseyê, hêzên artêşê dê hêdî hêdî ji kolanên taxa Şêx Meqsûdê vekişin.
Tebqa navçeyeke Reqayê ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) deye.
Li aliyê din, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) îdiayên agirbestê wekî "hewldanek ji bo şaşkirina raya giştî" bi nav kirin, di heman demê de ragihand ku şer û topbarana dijwar li taxê berdewam dike.