Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî civata komisyona bilinda serbixwe ya hilbjartinan û referandumê ragihand, ku komisyona hilbijartin û referandumê daxwaznameya mersûma (nivîsa) herêmî ya ji bo damezirandina 12 rêveberên giştî, ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şandiye.
Endamê civata komisyona bilinda serbixwe ya hilbijartinan û referandumê Cotyar Adil, di daxuyaiyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Bi armanca damezrandina 12 rêveberên giştî yên komisyonê me mersuma herêmî arasteyî serokatiya herêma kurdistanê kiriye”.
Cotyar Adil, bal kişande ser wê yekê ku civata komisyaran di civîna 18ê meha derbasbûyî (Kanûn) de biryara damezrandina wan 12 rêveberên giştî dabû, lê niha bi nivîsîneke fermî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re hatiye şandin.
Wî endamê civata komisyona bilind a serbixwe ya hilbjartinan û referandumê behsa wê yekê jî kir, ku ew 12 rêveberên giştî di çarçoveya wan navan de hatine destinîşankirin, ku forma damezrandinê pêşkêşî komisyonê kiribûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse