Li Şêxurza Bilbilê şer berdewam e
Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku li derdora gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê di navbera şervanên HSDê û Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayê wê de, şerekî dijwar diqewime.
Vê sibê jî balefirên şer ên artêşa Tirkiyê deverên derdora Qestel Cidriya û Bilbilê yên herêma Efrînê bombebaran kiribûn.
Li gor medya nêzîkê PYDê, li derdora gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê di navbera şervanên HSDê û Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayê wê de, şerekî dijwar diqewime. Lê heta niha derbarê zerar û ziyanan de tu agahî nehatine belavkirin.
Piştî 5 roj rawestana êrîşên esmanî, balefirên şer ên Artêşa Tirkiyê roja înê careke din dest bi êrîşên xwe yên esmanî kirin û çend deverên derdora Erînê kirin armanc.
Çavkaniyên xwecihî amaje bi wê yekê dikin ku balefirên şer ên Tirkiyê roja înê bajarokê Cindirêsê li derdora Efrînê bombebaran kirin û ji ber bombebaranên Tirkiyê 8 kesên sivîl canê xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.
Erîşên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 20 Çileya borî ve dest pê kirine û heta niha berdewam in. Di van êrîşan de heta niha bi dehan kes bûne qurbanî û birîndar bûne ji xeynî zerar û ziyana maddî.