Berfê rêya di navbera Başur û Rojavayê Kurdistanê de girt

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barîna berfeke zêde li parêzgeha Duhokê hatinûçûn zehmet bûye û her ji ber berfa zêde û rewşa tund a keşûhewayê, rêya di navbera Başur û Rojavayê Kurdistanê de hatiye girtin.

Nasir Elî, Peyamnêrê Rûdawê li Duhokê, ragihand ku ji duh ve li beşeke parêzgeha Duhokê berfeke zêde dibare ku hinek ji wan navçeyên berf lê bariye bo maweyê 6 sal e berf lê nebarîbû.

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê, ji ber berfa zêde rêya navdewletî ya di navbera Rojava û Başurê Kurdistanê de hatiye girtin û hevdem hatinûçûna li ser rêya Duhok û Şingalê jî zehmetî û astengî çê bûne.

Şewket Berbiharî, Rêveberê Deriyê Sêmalka, ji Rûdawê re ragihand, “Ji ber barîna berfa zêde ku 31 santîmetre dibe, rêya di navbera Başur û Rojavayê Kurdistanê de hatiye girtin.”

Her li gor zanyariyên Rûdawê, li qezaya Amêdiyê, li hinek deverên Zaxoyê hatinûçûn rawestiyaye û bi heman rengî li nahiyeya Çemankê jî astengî bo hatinûçûnê dirûst bûye. Tîmên paqijkirina berfê û aliyên peywendîdar jî di amadebaşiyê de ne ji bo vekirina wan rêyan.

Dêwalî Hemî Birîndar, Rêveberê Rêyan li Duhokê, ji Rûdawê re ragihand, “Astengî bo hatinûçûna rêya di navbera Duhok û Ba'edrê de çê bûye. Ji bo ku bên vekirin, li hemû wan rêyên ku astengî li ser çê bûne bi taybetî jî li navçeyên çiyayî, tîmên me berdewam in di paqijkirina rêyan û rijandina xwê li ser şeqaman.”