Xortek ji bo ku sax bimîne, çareseriyeke balkêş dîtiye

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, xortekî 17 salî yê bi navê Ednan Mehmûd Korkut piştî 94 demjimêran ji bin kavilan hat derxistin. Çîrokeke balkêş a wî xortî heye ku ji bo sax bimîne, mîza xwe vexwariye. Ednan dibêje, her tim hêviya wî hebû ku tîmên hawarçûnê wî rizgar bikin û ew her li benda wan bûye.

Dayika Ednan Mehmûd, pir kêfxweş bû, ku kurê wê bi saxî hat rizgarkirin û ji bo hewlên wan spasiya tîmên rizgarkirinê kir.

Yasemîn a karmenda rizgarkirinê, Ednan Mehmûd hemêz kir, ji ber ku çar roj in bi şev û roj ji bo rizgarkirina wî dixebitî.

Karmenda Rizgarkirinê Yasemin got, “Kurekî min jî wekî te heye. Sond dixwim çar roj in nerazayîme. Sond dixwim nerazam. Min hewl da te derxînim. Ez ji te pir hez dikim.”

Ev ciwan ji roja Duşema borî ve piştî wê erdheja weranker a bi pileya 7.7 a Mereşê, di maleke jêrzemîna avahiyekê de asê mabû, lê cihê wî yê tevgerê hebû.

Rizgarbûyê Erdhejê Ednan Mehmûd Korkut anî ziman, “Ez çûme tiwaletê û ji bo bikaribim bijîm, min mîza xwe vexwar. Dikaribûm bi vî awayî bijîm, bi saya Xwedê.”

Karmendê rizgarkirinê anî ziman, “Te di bin erdê de hest bi çi kir?”

Rizgarbûyê Erdhejê Ednan Mehmûd Korkut got, “Ez tenê li benda hatina we bûm. Spas ji Xwedê re hûn hatin, spas bo we hemûyan.”

Karmendê rizgarkirinê anî ziman, “Tu baş î? Baş xuya dikî. Li jêr ti dengekî din hebû?”

Rizgarbûyê Erdhejê Ednan Mehmûd Korkut got, “Segekî min hebû, tenê dengê wî dihat.”

Di pêncemîn roja erdheja Mereşê de, xebatên rizgarkirinê berdewam in, her çiqas hêvî kêmbûne jî, lê heta niha xeberên dilxweşiyê belav dibin.