Li Mereşê careke din erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksûnê ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3.8 pileyan careke din erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand  li navçeya Goksunê ya Mereşê demjimêr 07:21an bi hêza 3.8 pileyan erdhejek çêbûye.

Afadê da zanîn ku erdhej û 7 kîolmetreyan di bin erdê de çêbûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê zêdeyî salekêye li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê erdhejên paşekî berdewam in û pisporên erdhejê bi taybet hişyarî didin ku divê ji bo erdhejên pile mezin jî amadekarî hebin.