Tirkiye: Dema vekişîna ji Sûriye û Îraqê nehatiye
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler got ku hîn dema vekişandina leşkerên Tirk a ji Sûriyeyê nehatiye.
Guler her wiha got ku heman tişt ji bo leşkerên Tirkiyeyê yên li Îraqê jî derbasdar e.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ev daxuyanî li ser pirsên rojnameger Fatîh Çekîrge yê rojnameya Hurriyetê û rojnameger Murat Yetkîn da.
Pirsên Yetkîn û Çekîrge û bersivên Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Guler wiha ne:
Yetkîn û Çekîrge: Piştî peymana di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de rewşa ewlehiyê ya li Sûriyeyê çawa ye?
Yaşar Guler: Bi giştî niha ti pirsgirêk xuya nakin.
Yetkîn û Çekîrge: Vekişîna leşkerên Tirkiyeyê di rojevê de ye?
Yaşar Guler: Niha tiştekî wiha nîne. Vekişîn û derketina me ya ji wan deran di rojeva me de nîne.
Yetkîn û Çekîrge: Ev yek hem ji bo Sûriye û hem jî ji bo Îraqê derbasdar e?
Yaşar Guler: Belê. Komara Tirkiyeyê biryara vekişîna ji wan deran dide. Li gotina kesên din nanêre. Niha biryareke wiha nîne.
Yetkîn û Çekîrge: HSD tevlî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê dibe. YPG jî belav dibe.
Yaşar Guler: Em li gorî her cure alternatîvan plansaziyê dikin. Niha ji nû ve derketina terorê xuya nake. Lê ev nayê wateya ku dê çênebe. Ji ber wê em tedbîrên xwe didomînin.
Yetkîn û Çekîrge: Rageşiya Îran-Amerîkayê didome, rewşa li ser sînorê Îranê çawa ye?
Yaşar Guler: Pirsgirêk nîne, me tedbîrên pêwîst standine.
Yetkîn û Çekîrge: Îhtimala pêleke koçberan ji Îranê heye?
Yaşar Guler: Ji xwe li herêmê berfeke zêde dibare. Em li benda pêleke cidî nînin, dibe ku çend derbasbûnên yekane çêbibin. Me tedbîrên xwe standine.