Parlamentoya Îraqê veguhastina DAIŞiyan gotûbêj dike

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Îraqê bi mazûvaniya Wezîrê Dadê û çend berpirsên ewlehiyê û leşkerî, dosyaya veguhastina DAIŞiyan a ji Sûriyeyê ya ber bi zindanên Îraqê ve gotûbêj dike.

Li gorî bernameya sibe ya Parlamentoya Îraqê, yek ji xalan gotûbêjên parlmanetoyê veguhastina DAIŞiyan e.

Wezîrê Dadê Xalid Şiwanî, Wekîlê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê yê Kar û Barên Îstîxbaratê û Alîkarê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ên Îraqê, ji bo gotûbêjkirina wê pirsê di wê rûniştina parlamentoyê de dibin mêvan.

Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ji ber rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê, DAIŞiyan ji zindanên di bin kontrola HSDyê derdixe û wan vediguhêze Îraqê.

Tê çaverêkirin ku hejmara wan DAIŞiyên ku tên veguhastin bigihîje zêdetirî 7 hezar çekdaran.

Ji 2yê Sibatê ve dadgehên taybet ên Îraqê bi mebesta darizandinê dest bi lêkolîna li gel wan çekdarên DAIŞê kiriye.

Xaleke din a rûniştinê jî nirxandina wan îtirazan e ku li ser endamtiya hinek parlamenteran hatiye kirin.