TAYBET - Li Kobaniyê rewşa tenduristiyê gihiştiye asteke metirsîdar

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kobaniyê Dr. Ehmed Mehmûd hişyarî da ku rewşa tenduristî û mirovî ya Kobaniyê gihiştiye asteke metirsîdar.

Ehmed Mehmûd got ku ji ber ava pîs bi sedan kes nexweş ketine û dermanên li bajêr tenê hefteyekê têra nexweşan dikin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kobaniyê Dr. Ehmed Mehmûd beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û bersiv da pirsên me.

Wî diyar kir ku piştî zêdetirî 20 rojan doh tenê 5 demjimêran elektrîk hatiye dayîn, av hîn jî qut e û rêyên fermî yên derbasbûna xwarinê jî girtî ne.

Nexweşxane di bin zexteke giran de ne

Li gorî agahiyên Dr. Ehmed Mehmûd, niha li navenda bajêr 3 ji wan giştî û 2 ji wan taybet 5 nexweşxane xizmetê didin lê belê 5 navendên tenduristiyê yên li derveyî bajêr ji kontrola wan derketine.

Ehmed Mehmûd da zanîn ku ji ber pêla mezin a koçberan, zextên giran li ser nexweşxaneyên mayî hene û got:

“Di warê neştergerî, taqîgeh û dermanên taybet de kêmasiyên mezin hene.

Bi taybetî dermanê li dijî gezkirina kûçikan li bajêr nemaye.”

500 kes ji ber ava pîs jehrî bûn

Yek ji pirsgirêkên herî mezin a niha li Kobaniyê belavbûna nexweşiyan e.

Dr. Ehmed Mehmûd got, "Heta doh 500 kes ji ber vexwarina ava pîs nexweş ketine û bi jehrê ketine.

Tenê li dibistana Şehîd Sîdoyê doh 31 koçber ji ber ava pîs nexweş ketin."

Her wiha ji ber sermayê, nexweşiyên demsalî jî bi awayekî berfireh belav bûne.

Her nexweşxane rojane 300 heta 400 nexweşan pêşwazî dike.

Stokên dermanan diqedin

Hevserokê Desteya Tenduristiyê hişyariya dawî da û got, "Dermanên di destê me de ne tenê dikarin heta hefteyeke din têra nexweşan bikin."

Ehmed Mehmûd her wiha bal kişand ser rewşa 26 nexweşên penceşêrê ku li Kobaniyê dermanên wan nînin.

Bi gotina wî ew nexweş di rewşeke pir zehmet de ne û divê bi lezgînî ji bo çareseriyê derbasî Helebê yan Şamê bibin.

Divê were gotin ku hejmara koçberan her ku diçe zêde dibe û derfetên navçeyê li ber nemanê ne.