ÎRAQ - Berpirsekî DAIŞê li Enbarê hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Erşed Hakim ragihand ku piştî xebateke îstixbaratî ya dijwar a salekê, wan karî “grûpeke terorîst a aloz” li parêzgeha Enbarê hilweşînin.
Erşed Hakim her wiha amaje bi wê yekê kir ku wan Waliyê Enbarê yê DAIŞê di demekê de desteser kiriye ku kembereke bombekirî li xwe pêçabû.
Berdevkê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê Erşed Hakim ragihand, hêzên wan li devera (Pênc Kîlo) ya ya girêdayî Rûmadiyê “terorîstekî metirsîdar” ê bi navê Ebû Eymen Rawî desteser kir ku “Waliyê Enbarê” yê DAIŞê bû.
Hakim diyar kir ku dema ew hatiye desteserkirin wî xwestiye “bi kembereke bombekirî planeke terorîstî pêk bîne.”
Desteserkirina berpirsên din
Li gorî gotina Erşed Hakim, lêkolîn bûne sedema desteserkirina 5 terorîstên din ku di nav wan de ev kes hene:
“Ebû Cîse; Xayib Ewad, berpirsê veguhastin û piştgiriya lojîstîk; Qusey Şelan, berpirsê dabînkirin û çêkirina dronên bombekirî û birêvebirina dosyeya kîmyayî ya di nav rêxistina DAIŞê de.”
Erşed Hakim qala wê yekê dike ku her wiha li biyabana Rûtbeyê ya Enbarê wan dest danîne ser embareke mezin a çek û teqemeniyên DAIŞê.
Berdevkê Dezgeha Asayîşa Niştimanî ya Îraqê qala wê yekê jî kir ku operasyoneke din li heman parêzgehê pêk anîne.
Erşed Hakim diyar kir ku çekdarê DAIŞê yê bi navê Ebû Husên Fehdawî û du kesên din ên pê re jî di wê opersyonê de xwe teqandiye.