Heyeta Îmraliyê dê sibe bi Erdogan re bicive
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihand ku Şandeya Îmraliyê dê sibe bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.
DEM Partiyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar dê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bicivin.
Li gorî daxuyaniyê, civîn dê sibe saet 14:00an li Koşka Serokkomariyê ya Tirkiyeyê bê kirin.
Tê pêşbînîkirin ku di civînê de bipêşketinên dawî yên pêvajoyê werin gotûbêjkirin.
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de herî dawî 30ê Çiriya Pêşîn a 2025an bi Serokkomarê Tirkiyeyê re civiyabû.