HSD ji çeperên pêş ên Hisîçayê vekişiya

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Hisîçayê ji çeperên pêş ên şer vekişiyan.

Li gorî peymana HSD û hikûmeta Sûriyeyê, Hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê dê li şûna wan bi cih bibin.

Li gorî peymana di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de, hêzên ewlehiyê yên ti aliyî dê di nav bajaran de nemînin.

Nûçegihana Rûdawê ya li Hisîçayê Vîviyan Fetahê ragihand ku li gel vekişîna HSDyê, îro Artêşa Ereban a Sûriyeyê jî ber bi pişta navçeya Şedadê ve vedikişe.

"Em pabendî agirbestê ne"

Hêzên HSDyê ji çeperên pêş ên şer yê li Hisîçayê vekişiyan.

Şervanan di dema vekişînê de ji Rûdawê re got ku wan di çend hefte û salên borî de tiştê pêwîst kiriye û niha jî ew pabendî agirbestê ne.

Çeperên pêş 15 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Hisîçayê ne û hêzên HSDyê dê vekişin derdora parêzgeha Hisîçayê.

7ê vê mehê Birêvebirê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê Hisîçayê Merwan Elî di daxuyaniyekê de ragihandibû:

"Artêş dê ji bajaran vekişe û vegere xalên xwe. Her du alî dê ji nav bajaran vekişin da ku ti alozî dernekevin."

Naveroka peymanê

Xalên peymanê ev in:

- Vekişîna hêzên çekdar ji deverên sivîlan ber bi xalên leşkerî yên diyarkirî.

- Vekirina rêyên giştî ji bo hat û çûna welatiyan.

- Hevkariya hevbeş ji bo paqijkirina deveran ji mayîn û teqemeniyan.

- Rakirina bendên axê û betonê.

- Lezkirina pêvajoya tevlîkirina şervanan a nav saziya leşkerî ya Sûriyeyê.