Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji çeperên Hisîçayê vekişiya

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Ereban a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), dest bi pêkanîna xalên rêkeftina di navbera xwe de kir.

Li gorî rêkeftinê, her du alî ji derdora bajarê Hisîçayê û gundên wê yê başûr vedikişin û erk radestî hêzên ewlehiyê yên navxweyî yên her du aliyan tê kirin.

Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê ji ajansa fermî SANAyê re diyar kir ku hêzên wan ji derdora bajarê Hisîçayê dest bi vekişînê kiriye.

Di daxuyaniyê de hat teqezkirin ku ev pêngav “di çarçoveya pêkanîn rêkeftina di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de” tê avêtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Hêzên Ewlehiya Navxweyî li wan deveran bi cih bûn ku Artêşa Ereban a Sûriyeyê jê vekişiyaye.

HSD pêbendî rêkeftina bi artêşê re ye û pêngavên erênî davêje.”

Desteyê di dawiya daxuyaniya xwe de got, “Em çavdêrî û nirxandinê dikin da ku pêngava bê diyar bikin.”

Vekişîna HSDyê

Li aliyê din, nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetahê jî ragihand ku HSD ji çeperên pêş yên li başûrê Hisîçayê vekişiyan.

Li gorî zanyariyên Rûdawê hêz çûne baregehên xwe yên li deverên Kewkeb, Girê Bêder û Îstirehata Wezîr û erkê ewlehiyê radestî hêzên Asayîşê hat kirin.

Vîviyan Fetah da zanîn ku ev pêngav hevdem li gel vekişîna Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya ji devera Şedadê ya li başûrê parêzgehê pêk hatin.

Ew dever radestî Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Sûriyeyê hat kirin. Ev yek “ji bo pêkanîn xalên rêkeftina di navbera HSD û Şamê de” pêk hat.

Agirbest û yekgirtina hêzan

HSDyê 30ê Kanûna Paşîn a 2026an, li ser agirbesteke berfireh û yekgirtina hêdî hêdî ya hêzên leşkerî û îdarî li gel hikûmeta Sûriyeyê li hev kiribû.

Li gorî xalên rêkeftinê, hêzên leşkerî dê ji xetên pêş ên şer vekişin û hêzên Ewlehiya Navxweyî ya Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê dê bikevin navendên bajarên Hisîça û Qamişloyê.

Her wiha ev yek jî beriya çend rojan pêk hatibû û dest bi yekgirtina hêzên ewlehiyê yên li deverê hatiye kirin.

Li gorî rêkeftinê dê firqeyeke leşkerî bê avakirin ku sê lîwayên HSDyê li xwe digire.

Ji bilî vê dê di çarçoveya firqeyeke artêşê ya li sînorê parêzgeha Helebê dê lîwayeke din ji bo hêzên Kobaniyê bê avakirin.

Beşeke din a rêkeftinê taybet e bi yekgirtina saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewletê de û xebata wan karmendan.