Saziya Keşnasiyê hişyariya berf û lehiyê da
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 13 parêzgehan hişyariya berf û baranê da ku 9 ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ne.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, îro li parêzgehên Agirî, Bedlîs, Çewlîg, Amed, Erzirom, Mûş, Sêrt, Dêrsim û Êlihê berf dibare û dê çûn û hatin zehmet bibe.
Hişyariya lehiyê û daketina pileyên germê
Her wiha li 4 parêzgehên Tirkiyeyê jî baraneke gur dibare û ji bo egera lehiyê hişyarî hatiye dayîn ku tedbîrên pêwîst werin wergirtin.
Li gorî Saziya Keşnasiyê, vê hefteyê pileya germahiyê 3 heta 5 pileyan dadikeve û li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berf û baran dibarin.
Li Wan û Agiriyê dibistan hatin girtin
Li aliyê din, ji ber berfa zêde û rewşa neyînî ya avhewayê, li parêzgehên Agirî û hinek navçeyên Wanê yên Bakurê Kurdistanê, îro navber dan perwerdeyê.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Wanê, ji ber berf û pûkê li Çaldêran, Bêgirî, Qelqelî û Serayê hemû dibistan dê girtî bin.
Her wiha li parêzgeha Agiriyê jî ji ber heman sedemê dibistan îro venebûn.
Li her du parêzgaran karmendên dewletê yên ducanî, astengdar û dayîkên ku zarokên wan diçin dibistanên seretayî jî dê bi îzna îdarî bên hejmartin.