Dujarric: Li Kobaniyê metirsiya belavbûna nexweşiyan heye
New York (Rûdaw) - Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji bo cara yekem piştî destpêkirina pevçûnên meha Kanûna Paşîn, şandeyeke nirxandinê gihîştiye bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric da zanîn ku li gorî agahiyên tîmên wan ên li qadê, rewşa bajêr heta radeyekê aram e lê xizmetguzariyên bingehîn hîn jî rawestiyane.
Stephane Dujarric eşkere kir ku doh êvarî elektrîka giştî ya bajêr vegeriyaye lê belê hişyarî da ku pergalên avê, nexweşxane û firin ji ber kêmiya sotemeniyê bi zehmetî dixebitin.
Dujarric dilgiraniya xwe ya li ser belavbûna nexweşiyan anî ziman û da zanîn dibe ku ev nexweşî ji ber bikaranîna çavkaniyên avê yên neewle derkevin.
Neteweyên Yekbûyî dibêje ku qebareya alîkariyan di asta pêwîst de nîne ku heta niha tenê 46 barhilgirên alîkariyên mirovî gihîştine Kobaniyê.
Bersiva ji bo pirsa Rûdawê
Berdevkê Sekreterê Giştî yê NYyê Stephane Dujarric bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê ya li ser îdiayên talankirina li Kobaniyê da û ragihand ku li ser vê ti agahiyên wî nînin û xwest ku ji bo agahiyên rasterast pêwendî bi tîmên Neteweyên Yekbûyî yên li Kobaniyê re were danîn.
Dujarric her wiha tekez kir ku rêxistin dê gerên nirxandinê yên zêdetir bike da ku pêdiviyên şêniyên herêmê ji nêzîk ve diyar bike.
Axaftina Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric û pirsên Rûdawê:
“Li ser Sûriyeyê, vê hefteyê şandeyeke nirxandinê bi serperiştiya tîmên me çûne Eyn el-Erebê (Kobanî) ya li parêzgeha Helebê ya li bakurê Sûriyeyê. Ev piştî destpêkirina pevçûnên meha Kanûna Paşîn cara ewil bû ku şandeyek diçe wir. Doh, hevkarên me yên ji Ofîsa Hevahengiya Kar û Barên Mirovî (OCHA) li nav bajêr geşteke nirxandinê kir. Tîmên mirovî yên herêmî yên li wir ji me re dibêjin ku rewş heta astekê aram e.
Me û hevparên me berê du karwan gihandine bajêr ku 46 barhilgirên alîkariyê û klînîkeke gerok tê de bûn. Kel û pel û sotemenî bi rêyên bazirganî yên sînordar derbasî hundir dibin, her çi qas ne di wê qebareya ku pêwîst in de ne jî. Xizmetguzariyên bingehîn hîn jî bi dijwarî rawestiyane. Pergalên avê tenê beşeke wan dixebitin û mazotê bi kar tînin. Nexweşxane û firin jî bi sotemeniyeke kêm dixebitin. Hevparên me yên li wir ragihand ku doh êvarî karebaya giştî vegeriyaye.
Rewşa av, paqijî û tendurustiyê hîn jî cihê dilgiraniyeke mezin e çimkî hinek malbat diçin çavkaniyên avê yên neewle. Wekî ku hûn dikarin bînin ber çavên xwe, ev yek metirsiya belavbûna nexweşiyên bi rêya avê zêde dike. Ji bo diyarkirina pêdiviyên xelkê planên geştên din ên nirxandinê hene û em dê agahiyên nû bidin we.”
Pirs û bersivên Rûdawê û Dujarric:
Rûdaw: Wekî şopandina wê pirsa ku min doh li ser Kobaniyê kiribû, gelo xelkê herêmê derbarê wan talanên ku tê gotin li wir çêbûne pêwendî bi ajansên Neteweyên Yekbûyî yan karmendên Neteweyên Yekbûyî re danîne?
Dujarric: Ti agahiyên min li ser vê yekê nînin. Ez te teşwîq dikim ku tu pêwendiyê bi hevkarên me yên li Sûriyeyê re deynî ku agahiyên wan ên rasterast û bileztir hene.