Serok Barzanî û Bafil Talebanî dicivin: ‘Bexda li benda Kurdan namîne’

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî sibe diçe Pîrmamê û bi Serok Barzanî re dicive.

Mijara sereke ya civînê diyarkirina namzedekî Kurd ê ji bo posta serokkomariya Îraqê ye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Qubad Talebanî jî dê tevlî civînê bibe.

Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Eşwaq Cafê agahiyên Rûdawê piştrast kirin û ragihand ku ew sibê dicivin.

Temamkera civîna borî ye

Bafil Talebanî hefteya borî çûbû Pîrmamê û bi Serok Barzanî re civiyabû.

Çavkaniyeke bilind a ji PDKyê ji Rûdawê re ragihand, civîna sibê dê bibe temamkera civîna hefteya borî ya li ser diyarkirina namzedekî ji bo posta serokkomariyê.

Ji bo posta serokkomariyê 19 namzed hene ku yên herî diyar namzedê PDKyê Fuad Husên û namzedê YNKyê Nizar Amêdî ne.

PDK û YNK çi dibêjin?

Ji sala 2005an ve û di serdema yekem a parlamentoya nû ya Îraqê de (Îraqa piştî hilweşîna rejîma Beasê), li gorî lihevkirina PDK û YNKyê, posta serokkomariya Îraqê para Kurdan e û ji YNKyê re hatiye hiştin û pênc serdem in serokkomar ji wê partiyê ye.

Lê PDK diyar dike ku ew post para Kurdan e ne ya partiyekê, lewma divê bi lihevkirina navbera aliyan kesek were diyarkirin.

Çavkaniyeke ji Komîteya Navendî ya PDKyê ji Rûdawê re got:

"PDK li ser wê baweriyê ye ku serokkomarî wekî berê ne bi bandor e û divê ji bo çareserkirina mijarên destûrî were çalakirin, lewma nabe namzed tenê ji partiyekê were diyarkirin."

Lê YNK naxwaze ew "kevneşopiya siyasî" têk here û serokkomar ne ji wan be.

Şie li benda Kurdan namînin

Parlamenterê Serdema Şeşem a Parlamentoya Îraqê yê PDKyê Şêrwan Dûberdanî ji Rûdawê re ragihand, ew (aliyên Îraqî) li benda Kurdan nasekinin û li benda wê yekê namînin ka ew li hev dikin an na.

Her wiha Endamê Serkirdayetî û Serokê Fraksiyona YNKyê Herêm Kemal Axa ji Rûdawê re ragihand:

"Roja Çarşemê PDK û YNK dicivin. Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî soz da, eger roja çarşemê PDK û YNK li hev bikin, parlamento roja pêncşemê serokkomar hildibijêre."