Hikûmeta Îranê vîllayên derdora gola Zirêbarê dirûxîne!

 

Sine (Rûdaw) – Hikûmeta Îranê dest bi hilweşandin û xirakirina wan avahî û vîllayên ku derdora gola Zirêbarê ya bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê hatine çêkirin, kiriye.

Li Rojhilatê Kurdistanê, piştî gola Ormiyê, ava gola Zirêbarê li eyaleta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jî kêm bûye û rewşa golê ketiye xeterê.

Yek ji sebebên kêmbûna ava gola Zirêbarê, lêdana bîrên kûr li derdora golê ye. Ew bîr li nav avahî û vîllayên ku derdora golê hatine çêkirin de hatine lêdan.

Tê gotin ku piraniya wan vîlla û avahiyan bêyî destûra hikûmetê hatine çêkirin, ev jî li gorî qanûnan “dagîrkirin” e.

Bi mebesta parastin û rizgarkirina gola Zirêbarê, bi fermana Walîtiya Sine, komîteyek hatiye avakirin. Komîteya han dest bi rûxandin û hilweşandina wan vîllayan û xitimandina wan bîran kiriye.

Ev karê hikûmetê rastî nerazîbûna xwediyên wan vîllayan û saziyên sivîl û jîngeh parêz hatiye.

Yek ji wan saziyan, Encumena Sewz a Çiya ye ku navenda wê li Merîwanê ye. Saziya han dibêje, eger hikûmet wan avahî û vîllayan dirûxîne divê xwediyên wan jî qerebû bike yan jî ji wan bikirre.

Gola Zirêbarê 3 km li rojavayê bajarê Merîwanê ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Yek ji cihên herî xweş û tûrîstî ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye. Dirêjahiya wê 5 km û beratiya wê 1.6 km e. Cihê herî kûr ê golê, 5.5 metre ye.

Ava gola Zirêbarê şirîn e û yek ji golên balkêş ên cîhanê ye.