Galeriya wêneyan

10-03-2019
16 Photos
RÛDAW

Duhok (Rûdaw) – Zanîngeha Amerîkî li Duhokê bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan, çalakiyeke ciyawaz birêve birin.

 

Di çalakiyê de, dareke hincîrê ku sembola Jiyan û Pîroziyê ye, bi wêneyên jinên bihêz ên cîhanê û yên Kurdistanê hatibû xemilandin. Di nava wan kesayetan de, ku wêneyên wan hatibûn darliqandin, wêneyên rojnamevan û pêşkêşkarên Rûdawê, Şehîd Şîfa Gerdî û herwiha Şehyan Tehsîn jî hebûn.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê derbarê daliqandina şehîd Şîfa û Şehyan Tehsîn de ragiahndiye: “Şehyan Tehsîn û şehîd Şîfa Gerdî ji wan jinên bihêz bûn ku wêneyên wan hatibûn daliqandin, ji ber rola xuya ya Şehyanê di alîkarîkirina hejaran de di rêya bernameya Berpirsyar re, herwiha wêrekiya şehîd Şîfa Gerdî di dema rûmalkirina şerê DAIŞê de.”