Li Rihayê qeza: Kesek mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, motorsîklet û otomobîlek li hev qelibîn û di encamê de şofêrê motorsîkletê canê xwe ji dest da.

Li ser rêya Siwêreg-Kolikê motorsîkleta ku şofêrê wê Ahmet Bayramê 37 salî bû, li otomobîla ku şofêrê wê Hasan H.yê 68 salî bû da.

Ahmet Bayram ji ser motorsîkletê firiya û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Ahmet Bayram veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê lê tevî midaxeleyan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.