ROJHILAT - Êrişên roja 10an kêmtir bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Doh (9ê Adarê) hinek navendên leşkerî û ewlehiyê yên li parêzgehên Sine û Loristanê yên Rojhilatê Kurdistanê hatin bombebarankirin.

Lê belê li gorî 9 rojên pêşî armancgirtina saziyên ewlehî û leşkerî yên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê kêm bû.

Li gorî lêkolîna Rûdawê, doh li parêzgehên Urmiye, Kirmaşan û Îlamê ti cih nehatiye armanckirin.

Li parêzgeha Sineyê leşkergehek û li Loristanê jî çend baregehên leşkerî û cihên mayîna hêzên Îranê hatin bombebarankirin.

Sine

Li bajarê Sineyê Biryargeha Şehramferê ya Supaya Pasdaran a ku çen caran bûbû hedef careke din hat bombebarankirin.

Li gorî wan vîdeoyên ku piştî bombebarankirina leşkergehê hatine belavkirin, ew cih bi dijwarî hatiye armanckirin.

Dûxaneke zêde ji cihên bombebaranan bilind bûye û dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.

Di şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Komara Îslamî ya Îranê de Biryargeha Şehramferê yek ji wan cihan e ku li Sineyê herî zêde hatiye bombebarankirin.

Biryargeha Şehramferê, ji girîngtirîn navendên fermandariyê yên Supaya Pasdaran ên li Rojhilatê Kurdistanê ye û sînorê çalakiyên wê li Sineyê ye.

Navenda fermandariya wê biryargeha li bajarê Sineyê ye û serpereştiya operasyonên supayê li bajarên din dike.

Bi taybetî jî serpereştiya operasyonên Sewlava, Merîwan, Bane, Seqiz û beşeke herêma Hewramanê dike.

Erkê sereke yê wê biryargehê, rûbirûbûna hêzên Rojhilatê Kurdistanê û çavdêrîkirina karên siyasî û ewlehiyê yên li herêmê ye.

Xuremava

Doh saet 15:30î bi dema Rojhilatê Kurdistanê, li Xuremavaya navenda parêzgeha Loristanê baregeheke leşkerî, saloneke werzişê û depoyek û li nêzîkî bajêr jî baregeheke leşkerî bûn armanca êrişan.

Welatiyên ku vîdeo belav kirine dibêjin, saloneke werzişê ya li kolana Temedunê ya Xuremavayê ku girêdayî şaredariyê ye, depoyek li kolana Îremê û baregeheke polîsan hatine hedefgirtin.

Her wiha li bilindahiyên derdora Xuremavayê, êrişî baregeheke leşkerî hatiye kirin ku tê gotin pergala parastina asmanî bûye.

Medyayên fermî yên Loristanê armancgirtina "çend cihan" a li Xuremavayê piştrast kiriye lê nav û agahiyên derbarê cihên ku hatine bombebarankirin belav nekirine.

Di medyayê de hatiye belavkirin ku doh li bajarê Kûhdeştê yê Loristanê navenda Îtilaeta bajêr hatiye bombebarankirin.

Di encama êrişê de zerer gihiştiye hinek avahiyên niştecihbûn û bazirganiyê lê êriş nehatiye piştrastkirin.

Ji ber qutkirina înternetê û sînordarkirina belavkirina agahiyan, piştrastkirina hemû wan cihên ku tên armanckirin zehmet bûye.

Tora NetBlocksê ya ku çavdêriya rewşa înternetê ya li cîhanê dike, doh ragihand ku ev 10 roj in li Îranê înternet qut kiriye.

Asta gihîştina bi înternetê ya li Îranê di vê heyamê de tenê ji sedî 1ê dema asayî bûye.

Birêvibirê Giştî yê Dadweriyê yê Parêzgeha Loristanê Seîd Şehwarî ragihand:

"Tomarkirin û belavkirina wêne û vîdeoyên saziyên leşkerî û ewlehiyê yên Îranê û binesaziyê, tawan e û ew kesên ku wê yekê bikin dê werin sizadan."

Hejmara ne diyar e

Saziyên fermî yên li her 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê heta niha hejmara qurbaniyên şerê Amerîka-Îsraîlê yê li gel Komara Îslamî ya Îranê belav nekiriye.

Lê li gorî agahiyên piştrastkirî, li Rojhilatê Kurdistanê hinek fermandar û efserên payebilind ên Supaya Pasdaran, polîs û Îtilaetê û hinek leşker hatine kuştin.

Her wiha di encama êrişan de welatiyên sivîl jî bûne qurbanî.

Li gorî amarên rêxistinên mafên mirovan heta 9ê Adarê, kuştina 21 sivîlên Rojhilatê Kurdistanê di encama êrişan de hatiye piştrastkirin.

Du kesên ku canê xwe ji dest daye zarokên 14 û 16 salî bûne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, piraniya wan sivîlan di dema lêdana baregehên leşkerî de li nêzîkî wan cihan bûne an jî piştî bombebarana cihekî, çûne cihê bombebaranê.

Qurbanî xelkê Urmiye, Mehabad, Sine, Merîwan, Bokan, Nexede, Rewanser, Pawe, Dîwandere, Kamyaran û Sewlavayê ne.

Ev amar parêzgeha Loristanê li xwe nagire.

Berpirs û saziyên fermî yên Îranê yên li parêzgeha Loristanê jî dibêjin, hinek ji wan kesên ku di encama êrişên Amerîka û Îsraîlê de canê xwe ji dest daye sivîl bûne.

Heta niha li Loristanê kuştina 3 xwendekaran hatiye ragihandin.

Li gorî amarên Rêxistina Hewarçûna Bijîşkî ya Îranê, temenê 190 kesên ku di encama êrişan de hatine kuştin di bin 18 salan re ye.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) û artêşa Îsraîlê berê ragihandibû ku hêzên Îranê bi taybetî fermandar û efserên payebilind li cihên sivîlan bi cih bûne.

Her wiha hatibû gotin ku cihên sivîlan ji bo avêtina mûşekan û firandina dronan tên bikaranîn lê belê Îranê ev yek red kiribû.