Nêçîrvan Barzanî û Serokê Îmaratê li ser êrişa li Hewlêrê axivîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya telefonê bi Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zeyd El Nehyan re axivî.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser pêwendiya telefonî ya Nêçîrvan Barzanî û Şêx Mihemed bin Zeyd El Nehyan daxuyanî da.
Li gorî daxuyaniyê, di peywendiyê de Nêçîrvan Barzanî ew êrişa bi dronan a şeva borî ya li Hewlêrê bi tundî şermezar kir.
Ew êriş ji aliyê komên deryasayî yên Îraqî ve hatibû kirin û tê de Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya li Herêma Kurdistanê hatibû armancgirtin û zerer gihiştibûyê.
Bangî hikûmeta Îraqê kir
Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku pêwîst e hikûmeta federal a Îraqê berpirsyariya xwe ya parastina nûnertiyên dîplomatîk bi cih bîne.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku divê ji bo rêlibergirtina wan koman gavên cidî werin avêtin.
Nêçîrvan Barzanî xwest ku encamderên van êrişên têkder werin desteserkirin û cezakirin.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha diyar kir ku ev êriş ji bo serwerî û aramiya Îraqê bi giştî metirsiyeke rasteqîn in.
Îmarat piştgiriya Kurdistanê dike
Li aliyê din, Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nehyan ji bo peywendî û helwesta Nêçîrvan Barzanî spasiya wî kir.
Şêx Mihemed Bîn Zeyd tekezî li ser berdewamiya piştgiriya dewleta Îmaratê ya ji bo aramî û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê kir.