Siyamend Efrîn: Vegera malbatan hat pêkanîn, hinek dîl tên berdan
Hewlêr (Rûdaw) - Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) derbarê vegera li Efrînê got, “Vegera malbatan hat pêkanîn û ew bi temamî bi ewlehî li herêmên Cindirês û Şiyê û hin nahiyên û gundan ên girêdayî wan hatin bicihkirin.”
400 malbatên Kurd ên ku piştî êrişa Tirkiye û komên çekdar (2018) ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê koçber bûbûn doh vegeriyan axa xwe.
Alîkarê Fermandarê Ewlehiya Navxwe ya parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser vê mijarê agahî dan.
Mehmûd Xelîl Elî da zanîn ku ew pêbendî şertên 29ê Kanûna Paşîn in û eşkere kir ku dê hinek dîlên din ên di destê hêzên girêdayî Şamê de werin berdan.
“Vegera malbatan hat pêkanîn”
Posta Mehmûd Xelîl Elî ya li ser Xê bi vî rengî ye:
“Di çarçoveya pêbendbûna temam û hevbeş bi şertên Peymana 29ê Kanûna Paşîn de û wekî encama rêzecivînên fermî û hewldanên dîplomatîk, ewlehî û meydanî yên zêde, îro Fermandariya Hêzên Ewlehîyê (Asayîş) gihîşt bajarê Efrînê da ku qonaxa yekem a vegera gelê me yên koçberkirî ya li bajarê xwe bi temam bike.
Vegera malbatan hat pêkanîn û ew bi temamî bi ewlehî li herêmên Cindirês û Şiyê û hin nahiyên û gundan ên girêdayî wan hatin bicihkirin, di nav hawîrdorek aramî û ewlehiyê de.
“Em dê esîran pêşwazî bikin”
Ji bo domandina aliyê mirovî yê têkildar bi dosyeya êsîran û windabûyan, em bi lez ji bajarê Efrînê ber bi parêzgeha Hesekê ve diçin da ku çavdêriya pêşwazîkirina komeke nû ya esîran bikin, yên ku li gorî planê êvarê îro bigihîjin bajarê Hesekê.
Em jî di vê çarçoveyê de, bi piştrastkirina berdewamî ya xebatê bi tempoyeke bilind, pêbendbûna xwe nû dikin ku hemû şertên peymanên hatine îmzekirin bi cîh bînin, hemû dosyeyên mayî bi dawî bikin û mafên xwediyan vegerînin wan.”
في إطار الالتزام الكامل والمتبادل ببنود اتفاقية 29 كانون الثاني، وتتويجًا لسلسلة من اللقاءات الرسمية والجهود الدبلوماسية والأمنية والميدانية المكثفة، وصلت اليوم قيادة قوى الأمن الداخلي "الآساييش" إلى مدينة عفرين، لإتمام المرحلة الأولى من عودة أهلنا المهجّرين إلى مدينتهم.
— Mehmûd Xelîl Elî (Siyamend Efrîn) (@MehmudXelilEli) March 10, 2026
وقد جرى… pic.twitter.com/XIkUljF3d0