URMIYE - Şer xisar gihandiye bi hezaran avahiyan
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Saziya Xaniyan a Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku ji ber şer zêdetirî 3 hezar û 700 yekeyên niştecihbûn û bazirganiyê yên li parêzgehê zerer dîtiye.
Birêvebirê Giştî yê Saziya Xaniyan a Parêzgeha Urmiyeyê Elîreza Muqedem îro daxuyaniyek da.
Elîreza Muqedem diyar kir ku ji destpêka şer ve tîmên wan çûne wan bajar û herêmên cuda yên parêzgehê ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine bombebarankirin.
Muqedem da zanîn ku armanca wan ew e ku ew qebareya zereran texmîn bikin û got:
"Li gorî texmînên me, ji destpêka şer ve heta niha 3 hezar û 700 yekeyên niştecihbûn û bazirganiyê yên li deverên cuda yên parêzgeha Urmiyeyê zerer dîtiye. 200 ji wan yekeyên bazirganiyê ne."
Li gorî gotina Muqedem, zerera herî pir li bajarê Urmiyeyê ye û nêzîkî 950 yekeyên niştecihbûn û bazirganiyê yên li wir ji ber êrişên Amerîka û Îsraîlê zerer dîtiye.
15 tîm li qadê dixebitin
Wî her wiha eşkere kir ku niha 30 kes di çarçoveya 15 tîman de li bajarê Urmiyeyê dixebitin.
Ew tîm mijûlî texmînkirina wan zereran in ku ji ber şer çêbûne.