Selefî û Sofî beşdariyê di lîsta îslamiyan de nakin

10-04-2013
RÛDAW
A+ A-

Soran Behadîn/Ferman Çomanî


Hewlêr (Rûdaw) - Ev demek e Yekgirtûya Îslamî û Komela Îslamî axaftinê li ser lîsteke îslamî dikin ji bo hilbijartinên paşerojê. Her çiqasî Yekgirtû bêhtir bi alî lîsteya cuda de ye, di heman demê de selefî û sofî û şêxên terîqeyê jî dibêjin em ne amade ne ku herin nav wê lîstê.

Parlamenterekî Komela Îslamî ragihand “Navê lîsta me nabe lîsteya îslamî, lê belê dibe navê wê lîsta xizmetguzariyê, yan çaksaziyê yan dijî gendeliyê be.”

Hilbijartinên parlamentoyê û encûmena parêzgehên Herêma Kurdistanê nêzîk bûne. Partî bi dû hevpeymanan de digerin, yan biryara lîsta cuda didin. Li nav îslamiyan bêhtir behsa lîsteke îslamî tê kirin, ku Yekgirtû û Komel serokatiya wê bikin, lê kêm zêde behsa selefî, şexên terîqeyê, derwêş û sofiyan nakin ku rêjeyeke berçav alîgirên wan li Kurdistanê hene.

Komel û Yekgirtû pirsa bingeha xwe dikin


Berpirsê navenda hilbijartinên Komela Îslamî ya Kurdistanî, Bilal Silêman behsa wê yekê dike ku hê jî dawiya mijara pêkanîna yek lîsta îslamî nehatiye “Gelek nêzîkbûn di navbera Komel û Yekgirtû de heye. Niha j bo pirsa yek lîstê pirsa bingeh û cemawerê xwe dikin.”

Serokê encûmena serokatiya Yekgirtûya Îslamî, Mihemed Reûf berê ji Rûdawê re ragihand ku ji bo pirsa pêkanîna yek lîstê di navbera hêzên îslamî de “Biryar e ku serokatiya Yekgirtû nerîna xwe bide hersê serokatiyên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê. Ew jî vê nerînê têxin rapirsiyê û encama rapirsiyê her çi be, serokatiya Yekgirtû pê ve tê girêdan.”

Bilal Silêman dibêje “Eger berî hilbijartinan yek lîsta hêzên îslamî neyê pêkanîn, wê piştî hilbijartinê hevpeymanî pêk bê û frakisyona hêzên îslamî tê pêkanîn.”

Endamekî polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî jî dibîne ku paşketina pirsa yek lîsta navbera hêzên îslamî bi xerabî dişike. Ebû Bekir Heledinî ji Rûdawê re got “Nabe mijara pêkanîna lîsteke îslamî dirêj bike.”

Herwiha endama parlamentoya Kurdistanê li frakisyona Yekgirtû, Nasik Tofîq ji Rûdawê re got, niha çend rê li pêş Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanî hene “Dibe dakevin bi lîsta serbixwe, yan lîsteke hevbeş a îslamî, ew lîsta îslamî jî dikare Yekgirtû û Komel be, yan hersê aliyên îslamî bin, eşkere dibe ku her çi aliyên îslamî yên din, di wê lîstê de cî bigire.”

Navê lîstê nabe lîsta îslamî


Endamê polîtburoya Komela Îslamî, Bilal Silêman got ku wan biryar nedaye ku ew lîsta ku arezûya pêkanîna wê heye navê wê lîsta îslamî be “dibe ku bi navekî din be, wek çaksazî, xizmetguzarî, dijgendelî, niha em di danûstandinê de ne bi endamên xwe re da ku nerîna wan werbigirin li ser wê biryarê. Nerîna wan wek hinek tê wergirtin, dibe ku nerîna xelkên din jî, li ser wê biryarê, werbigirin.”

Ji bo lîsta îslamî, hê jî ne zelal e tevgera îslamî di wê lîstê de dibe yan na, Bilal Silêman behsa wê kir ku piştî biryara Komel û Yekgirtû danûstandin li ser tevgerê dikin “Eger wek pêwîst bê dîtin ku tevgera îslamî têkeve nav wê lîsta ku doza wê dikin, ew jî bi xwe biryarê li ser didin ku tên nav lîstê yan na. Lê em û Yekgirtû ji hev nêzîktir in. Karê me yê hevbeş heye. Em herdu alî opozisyon in. Ew wiha li me dikin ku pêşî em biryara xwe bidin, pişt re behsa bangkirina tevgerê bikin.”

Li gor axaftinên Bilal Silêman, ew lîsta ku pêk tê, ji bo aliyên siyasî dibe, lewma tenê sê aliyên îslamî dikarin lîstê pêk bînin “Ji pêvî wan aliyên siyasî ti aliyên me yên din nînin karê siyasî bikin. Bi wê re jî dikare şêxên terîqeyê û her aliyên din di nav lîstê de berbijarê wan hebe, lê di bernameya me de nîne ku em doza xelkê ji bo vê lîstê bikin.”

Tevgera Îslamî ya Kurdistanî jî yek ji wan hêzên îslamî ye, xwe amade dike ji bo ew beşek be di lîsta îslamî de. Berdevkê tevgera îslamî ya Kurdistanê, Şiwan Qeladizeyî ji Rûdawê re got “Eger hilbijartinên paşerojê bi lîsteya girtî be ew pêşbîniya pêkanîna yek lîsteyê ye di navbera hêzên îslamî de xurtir dibe.”

Selefî: Baweriya me bi partîzaniyê nîne


Mamostayê peymangeha zanistî îslamî, Dr. Xalid Ehmed Mistefa ku selefî ye got ew wek selefiyekî baweriya wî bi ti partiyê nîne, lewma “Eger baweriya me bi partîzaniyê nebe, baweriya me bi hevpeymana ti partiyê jî nîne. Selefî bîra wê yekê nabin ku bi ti aliyekî re hevpeymanê bikin, û kursiyê me hebe û di rêbaza selefî de kursî ne armanc e, lê belê karê me ew e ku xelk hay ji ayîna xwe hebin.”

Li gor axaftina wî mamosteyê selefî, ew li hevkirinê bi ti alî re nakin. Berbijêrê wan jî nabe ji bo hilbijartinê “Da ku partî gelektir bin û hilbijartin gelek be belavbûn li nav komeleya musilmanan gelektir dibe. Tevlihevî  zêdetir dibe. Bi vê re jî selefî bi xwe ji wê azad in, di hilbijartinê de, deng bidin kê.” Xalid sedema nebeşdarîkirina wan jî ji bo wê vedigerîne ku islamî jî nikarin ti guhertinê bikin “Di dema berê de wezîrên islamî, komonîstî û skyûlarîzmî hebûn, û li jêr ti guhertin nebû. Berê islamiyan jî bi skyûlarîzman re li ber hev bûn, bi wê re jî pêşwaziya karê baş dikim, ji behaya wan kêm nakim.”

Wek Nasik Tofîq dibêje, eger ew lîsteya îslamî pêk bê “Bera hemû alî bên nav lîsteyê. Lê beşek ji sofî û selefiyan her baweriya wan bi partîzaniyê nîne da ku bên nav lîsteyê. Niha dimîne ser Yekgirtû çi dike. Ev biryar bi bingeha Yekgirtû ve jî girêdayî ye, ku di rapirsiyekê de deng li ser didin.”

Terîqeta Neqşbendî: Dengê me ji bo aliyê heq e


Şêx Mihemed Mela Zade ji peyrewên terîqeta Neqşbendî ye li Çarqurneyê, derbarê çûna nav lîsteyek îslamî dibêje wek sofiyan bi yekbûna hemû muslimanan re ne “Her çiqasî dibe beşek ji me li nav rêxistinên partiyan hebin, lê karê me ne partîzaniye. Tenê em hez dikin misilman hebin şerîetê bi cih bikin, em tevlî ti lîsteyê nabin, dengê me ji bo aliyê heq e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst