Hoşyar Zêbarî: PDK û YNK sibe ji bo referandumê dicivin

Hewlêr (Rûdaw) – Biryar e PDK û YNK sibe roja sêşemiyê di asteke bilind de bi hev re bicivin.

 

Endamê Polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Hoşyar Zêbarî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re aşkere kir, ku biryar e sibe sêşemî 11ê Nîsana 2017ê serkirdatiya her du aliyên PDKê û YNKê li ser asteke bilind bi hev re bicivin.

 

Derbarê mijarên civîna sibê ya navbera PDKê û YNKê de jî, Hoşyar Zêbarî ragihand: “Civîn ji bo nirxandina wan civîn û serdanan e ku komîteya hevbeş a her du aliyan bi aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê re pêk anîne”.

 

Roja yekşemiya heftiya bihorî 2ê Nîsanê, bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, polîtboruyên PDKê û YNKê li bajarokê Pîrmamê yê ser bi Hewlêrê ve civiyan û li ser lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê biryar dan.

 

Herwiha di heman civînê de, biryar li ser pêkanîna komîteyeke hevbeş di navbera PDKê û YNKê de jî hat dan, ku erkê wê komîteyê wisa hatibû diyarkirin, ku li ser mijarên lidarxistina referandumê û hildana Ala Kurdistanê li Kerkûkê bi partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û nûnerên hemû pêkhateyên Kurdistanê re bicive.

 

Roja çarşemiya bihorî jî ji bo gotûbêjkirina her du mijaran, şanda hevbeş a her du partiyan tevî Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên serdana Bexdayê kir û bi berpirsên hikûmeta Iraqê û çend aliyên siyasî yên iraqî re hevdîtin pêk anî.

 

Li Herêma Kurdistanê jî, şanda hevbeş a PDKê û YNKê serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Komela Îslamiya Kurdistanê, Partiya Komonîst a Kurdistanê, Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê û Bizava Îslamiya Kurdistanê kir û tenê Tevgera Gorranê amade nebû, ku bi wê şandê re hevdîtinê bike.

 

Herwiha şanda PDKê û YNKê îro bi 11 partî û aliyên tirkmenî yên Herêma Kurdistanê û herwiha çend partiyên krîstiyanan re jî hevdîtin pêk anî û her du mijarên referanduma serxwebûna Kurdistanê û bilindkirina Ala Kurdistanê li Kerkûkê gotûbêj kir.