Navenda Nûçeyan - Çêkirina Bendava Farqînê ku dê li GAPê piştî Bendava Ataturkê bibe bendava herî mezin a avdanê, berdewam e.
Parêzgarê Amedê Huseyîn Aksoy û Rêveberê Giştî yê Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) Murat Acu digel Alîkarê Rêveberê Giştî yê DSÎyê Ergun Uzucek, Serokê Daîreya HESê Dînçer Aydogan û Rêveberê Herêma 10emîn ê DSÎyê Murat Dagdeviren li cihê Bendava Farqînê lêkolîn kirin.
Huseyîn Aksoy destnîşan kir ku projeya Farqînê girîngtirîn yek ji lingên GAPê ye.

Aksoy diyar kir ku dema projeya Farqînê temam bû, dê 305 hezar kes bê îstixdamkirin û herwiha 2 milyon û 351 hezar dekar erd jî were avdan.
Herwiha Aksoy bal kişand ku lêçûna projeyê 6,5 milyar lire ye û piştî dawîbûnê jî projeya Farqînê dê di aboriya welat de salane 1,1 milyar lire cihê xwe hebe. (aa)

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse