Tanker û otobus li hev qelibîn: 8 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê tankêra veguhestina sotemeniyê û otobûsek li hev qelibîn û di encam de 4 bi giranî 8 kes birîndar bûn.

Li ser rêya parêzgehên Colemêrg û Wanê otobuseke girêdayî kompanya Star Diyarbakirê û tankêra veguhestina sotemeniyê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê û tîmênagirvemirandinê çûne cihê bûyerê.

Di qezayê de 8 kes birîndar bûn û tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyan.

Hate zanîn ku rewşa tenduristiyê ya 4 birîndaran xerab e û dermankirina wan berdewam e.