Artêşa Azad a Sûriyê xortekî kurd êşkence kir
Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn hêzên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê xortekî kurd ê rojavayê Kurdistanê êşkence kiriye.
Li gor ajansa Hawar, xortê kurd ku navê wî Nûr e û ji bajarê Efrînê ye, dema ji Efrînê diçû bajarê Helebê, li nêzîkî bajarokê Heyanê li xaleke kontirolê hêzên Artêşa Azad otobûsa wan rawestandiye û ew bi zorê ji nava otobûsê derxistine û ber bi aliyekî nenas ve birine.
Di nûçeyê de hat gotin ku piştre wî zanî bûye ku ew li wargeheke artêşa azad a Sûriyê ye.
Wan bi Nûr re li ser ku têkeliyên wî digel Yekîneyên Parastina Gel de hene, lêpirsîn kirine û ji bo ku zanyariyan ji Nûr wergirin, rojekê temam ew êşkence kirine û roja din ew serbest berdane.