Rê nedan peyamnêrê Rûdawê gotûbêja yasaya hilbijartinan bişopîne

 

Amûdê (Rûdaw)- Encûmena yasadanînê ya kantona Cizîrê îro li bajarê Amûdê civiya, lê rê neda ku peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê civînê bişopîne.

Peyamnêrê Rûdawê Ferhad Hemo ji bajarê Amûdê ragihand ku rêveberiya encûmena yasadanînê nehişt ku ew civîna îro ku taybete bi gotûbêjkirina yasaya hilbijartinan li herêma Cizîrê bişopîne.

Qedexekirina şopandina civînê ji aliyê peyamnêrê Rûdawê di demekê de ye ku duh berdevkê hikûmeta kantona Cizîrê Ciwan Mihemed li ser rûpela xwe ya Facebookî “bang li hemû saziyên ragihandinê li Cizîrê kiribû ji bo tevlî civîna îro ya encûmena yasadanînê li Amûdê bibin”.