Şasiwar Ebdulwahîd: Îtirafên girtiyên Nifşê Nû senaryo ye
Silêmanî (Rûdaw) – Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd piştî belavkirina îtirafên endamên desteserkirî yên tevgerê ji aliyê Dezgeha Asayişê ve, ragihand: “Ev senaryo ji bo neşîrînkirina min û Tevgera Nifşê Nû ye, em ji van tiştan natirsin.”
Şasiwar Ebdulwahîd herwiha diyar kir ku "hewl dan Nifşê Nû biçûk bikin û sînordar bikin, ev jî yek ji wan hewldanan e û em her kesî piştrast dikin ku em berdewam dibin".
Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd got ku "bû 15 roj ew xortên Nifşê Nû hatine girtin, li dadgehê axivîne û înkar kirine ku ji aliyê Serokê Tevgera Nifşê Nû ve ji bo ti karek hatibin raspartin, lê îro û di roja înê de ku dadgef bi fermî ne vekirî ye, Asayişa Silêmaniyê axaftinên wan xortan belav dike".
Ev di demekê de ye ku Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê îtirafên desteserkiriyên Tevgera Nifşê Nû belav kir, ku têde hatiye "ev dosye taybetmendiyeke wê heye û sirûşteke wê ya tirsnak heye û bi edebên giştî û exlaqa giştî û nirxên civakî re peywendîdar e.”