Daxwaza zîndanîkirina heta hetayî ji bo Mahmut Alinak tê kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û siyasetvanê Kurd Mahmut Alinak ji ber nivîsîna nameyekê bo Netewên Yekbûyî, herwiha bilavkirina çend pirtûkan ku rexne ji dewletê kirine hate girtin û daxwaza girtina heta hetayî bo tê kirin.
Ji ber daxuyanî, pirtûk û gotarên rexneyî ku nivîsandine, 22mîn Dadgeha Cezayên Giran a Tirkiyê li bajarê Stenbolê, dosyeya lêkolînê li ser nivîskar, siyasetmedar û parêzerê Kurd Mehmut Alinak vekir, 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Qersê ew yek pejirand.
Di vê doza ku ji aliyê dozgerê giştî yê Tirkiyê ve hatiye amadekirin, daxwaza zîndana heta hetayî bo Mahmut Alinak tê kirin.
Yek ji wan karên ku ji ber wê daxwaza zîndana heta hetayî bo Alinak tê kirin, nivîsîna nameyekê ye li ser zimanê Kurdî bo Netewên Yekbûyî ku daxwazê dike Kurdî bibe zimaneke fermî li Tirkiyê.
Herwiha piştî ku herdu pirtûkên wî yên bi navên (Mihemed Tunc û Bêkes) hatin qedexekirin, tevahiya mijarên di wan du pirtûkan de weke tawan hatine dîtin.
Derbarê vê yekê de Siyasetmedar Ufuk Uras dibêje: “Eger nerînên wê ne bi dilê we be hûn dikarin wî rexne bikin, lê dadgehkirin û daxwazakirina zîndana heta hetayî ne karekî yasayî ye. Cûdahî heye di navbera dewletekê de ku yasa hebe û dewletek ku bi yasayê bê idare kirin. Niha li ser internetê nêzîkî 700 zimanên cûda hene, li gelek welatan li rex zimanê dayîkê zimaneke din heye di ware siyasî de tê bikaranîn. Mahmut Alinak li ser vê mijarê jî berî niha hatiye cezakirin. Lewma miameleya li hemberî Alinak, rewşa hiqûqî ya li Tirkiyê nîşan dide.”
Mahmut Alinak sala 1952ê li navçeya Dîgor a bi ser Qersê li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû ye. 10 pirtûkên wî hatine çapkirin. Sala 1987ê li ser lîsteya Partiya Sosyal Demokrat (SHP) bûye parlamenter û piştre sala 1991ê li ser lîsteya Partiya Keda Gel (HEP) ku partiyeke Kurdî bû li Şirnexê bûye parlamenter. Çend caran hatiye girtin û herî dawiyê di 13 Sibata 2020ê de li mala xwe de li Qersê hate girtin û roja 17ê Sibatê bi biryara dadgehê bi tohmeta endambûn di PKK de hate zîndanîkirin, berî niha jî 9 carên din hatiye girtin.
Yekemîn rûniştina dadgehê li ser dosyeya Mahmut Alinak roja 13 Gulanê li 2yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Qersê li Bakurê Kurdistanê birêve diçe.