Li Amedê çêkirina pira ku rêya 16 gundan digihîne hevdu bidawî bû
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, pira ku li navenda Sûrê li Taxa Sarilarê hatî çêkirin, rêya navçeyên Sûr, Bismil û Çinarê û her wiha ya 16 gundan gihandin hevdu.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serokatiya Daîreya Kordînasyona Çêkirin û Nûkirina Rêyan û Binesaziyê li Taxa Sarilarê li ser Çemê Dîcleyê pireyeke 108 metre dirêj çêkir.
Mixtarê Taxa Sarilarê Mehmet Nur Sari diyar kir, pira 3 navçe û 16 gundan bi hev ve girê dide, xizmeteke pir mezin e.
Mehmet Nur Sarî herwiha got: “Ji bo çûyîna Amedê, 30 kîlometre çûyîn 30 kîlometre veger rêya me dirêj dibû. Di çem de gava av zêde dibû, me pira kevn bikar dianî û me pir zehmetî dikişand. Lê niha kes zehmetiyê nakişîne. Ez spasiya kesên keda wan çêbûye dikim."