QAMIŞLO - Di pêşwaziya dîlan de gule reşandin: Ciwanek mir
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê di dema pêşwazîkirina karwanê çaremîn ê dîlên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, ji ber reşandina guleyan ciwanek mir û 8 kes jî birîndar bûn.
Roja 8ê Gulanê di dema gihîştina karwanê dîlan de guleyek li serê Beşîr Ehmedê 20 salî yê xelkê Qamişloyê ket.
Tevî ku ew rakirin nexweşxaneyê û çend saetan di bin çavdêriya hûr a bijîşkî de ma jî, ji ber giraniya birîna xwe doh canê xwe ji dest da.
Çavkaniyekî taybet ji nexweşxaneya bajêr ji Rûdawê re eşkere kir ku ji bilî wî Beşîr Ehmed, 8 kes jî ji ber “reşandina guleyan a ji ber kêfxweşiyê” birîndar bûne.
Lê belê birînên wan sivik bûn û çareseriya pêwîst ji bo wan hatiye kirin.