Li Şirnexê ciwanekî 17 salî di çem de xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî 17 salî di Çemê Rîsorê de xeniqî.

Roja şemiyê li gundê Banê Botiyanê ciwanê bi navê Vefa Yildirim ji bo avjeniyê ket Çemê Rîsorê (Rûbarê Sor).

Vefa Yildirim ber avê ket û nikarî derkeve.

Hevalên Vefa Yildirim ên li wê derê ew ji çem derxist û tîmên tenduristiyê agahdar kir.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, hêzên ewlehiyê û tîmên AFADê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Vefa Yildirim bir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê lê tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest da.